YAZI-YORUM
Pêþgotina Hemû Berhem a Ehmedê Xanî
Selim Temo
Sîgmund Freud dibêje, “Dema ku em psîkîyatr di kûrahiya ruhê însên de tiþtekî nû kiþf dikin, em dibînin ku þûna piyê helbestkarekî li wir e”. Wêje, beriya gelek disîplînên zanîstî xwe berî kûrahiyên ruhê însan û civakê daye. Teoriya wêjeyê jî, xwe çiqas nû bike û li gorî metnên nû rast bike jî, divê bi taybetmendiyên metnên kevin bizanibe. Yan ji nezanînê, yan jî bela ku hin metn di bin perda tarîtiyê de mane, teorî carinan pûç dibin. Em ê li jêr bidin nîþan bidin, ku heke wêjeya Kurdî bi pergalên teoriya wêjeyî bê þîrovekirin, dê gelek teorî û zanînên di der heqê wêjeyê de bên guherandin.
Mirov nikare wêjeyê, ji xeynî zimanê wê, bi temamî wekî malê gelekî, neteweyekî bipejirîne. Lê danasîna wêjeyekê pêþî karê zana û pisporên wê wêjeyê ye. Dema ku mirov li ser wêjeya Kurdî difikire, tê dîtin, ku gelek taybetmendî di vê wêjeyê de hene, ku ne dinya pê dizane, ne jî Kurd. Em ê li jêrê, di þexs û kiryarên Ehmedê Xaniyê mezin de, xwe berî kûrahiya wêjeya Kurdî bidin. Da ku bê zanîn ka ev wêje çiqas kûr e û em bi çi pergalî li serê hûr bibin jî, bi temamî xwe bi destê me ve bernade.
Di dîroka wêjeya Kurdî de tu kes tune, ku bi qasî Ehmexê Xanî hatibe þîrovekirin. Ji zanayan heya nezanan, ji Kurdan heya biyaniyan gelek kes li ser berhemên wî, bi taybetî jî li ser Mem û Zîna wî, rawestiyane, pirtûk, nivîs û þîrove amade kirine. Lê Xanî xelas nabe, dê xelas nebe jî. Ji ber ku em çi qas li ser berhemên wî hûr bibin, kûrahiyeke din dertê pêþiya me. Lewma, dê ev pêþekîya me jî bibe yek ji wan þîroveyan.
Heke mirov Xanî bêyî zanîna di der heqê wêjeya kilasîk de þîrove bike, dê xeletiyên mezin derkevin holê. Ji ber ku gelek taybetmendiyên berhemên wî, di metnên kilasîk yên din de jî hene. Ji erotîzmê heya evînê, ji pesindayînê heya taybetmendiyên alegorîk. Lê mirov nikare hemû berhem û kiryariyên wî di nav helbesta kilasîk de þîrove bike jî. Xanî, di gelek qonaxan de ji kevneþopiyê vediqete û kevneþopiyê vediguherîne. Ji bo guhertina kevneþopiyê zêneka din, ya rasttir, zêneka nû divê. Gelo ev zên ji kû tê? Çawa gelek mijarên nû aniye û daxistiye nav helbesta kilasîk? Çima di nav hezaran mesnewiyan de mesnewiya wî, Mem û Zîn, li milekî din dimîne? Paradîgmayeke wisa girtî, bisînor û tund çawa diguhêre? Hîmên wî çi ne?
Piþtî zulm û zordariya sedsalan êdî Kurd, mîna mizgîniyeke heþîn dadikevine qada dinyayê, tevî gelên xwedîrûmet dibin. Ne qanûneke siruþtê heye, mirov tiþtekî bi çi hêzê dehf bide, dê bi eynî hêzê vegere. Piþtî ew qas bextreþiyan, çanda Kurdan tevî hemû hêza xwe vedigere/vegeriya. Di gelek metnên kevin de tê gotin, ku ilm û zanîn di nav Kurdan de hebûye û alimên mezin ji nav wan rabûne. Di dîroka çand û wêjeya Kurdî de, kesên mîna Baba Tahir, Dewdanî, Dînewerî, Siyahpûþ, Þêx Þemseddînê Qutbê Exlatî û Melayê Cizîrî rabûne, ku her yek zeryayeke bê serî û bê binî ye. Dîrokvanê Osmanî, Katîp Çelebî, dibêje, ku di hemû milkê Osmaniyan de, herêma ku lê perwerdehiya Felsefe û Zanîstên Siruþtî tê kirin, herêma Beled-i Ekrad e, ango Welatê Kurdan e. Nexwe Xanî, heke em bi peyva Þahnameya Fîrdowsî bibêjin, nê bê “pêþeng” bûye.
Tu kes nikare Xanî li gorî dilê xwe sekularîze bike, ji ber ku rasterast ji nav zanîna olî tê. Lê tu kes nikare wî bi temamî di nav zanîna olî de bi cî bike jî. Lêbelê divê bê gotin, ku guhertina kevneþopiyê ji înkarkirina ol û Xwedê ecêbtir e. Ji ber ku di helbesta kilasîk de tu helbestkar nikare mezmûnan (klîþe) biguherîne. Jixwe di serê tu helbestkarî de fikrekî wisa çênabe. Bo guhartinê, “paradîgmayeke nû” divê. Paradîgmaya nû, di dîroka wêjeya Kurdî de heye. Em bi Melayê Bateyî zanin. Em pê dizanin, mirina xwe nivîsiye, ku bûyerek ji bûyerên herî seyr ên dîroka wêjeya dinyayê ye. Ev agahî piçek jî ji qîmeta Xanî, ji seyriya þêwe û wêjevaniya wî kêm nake. Ev agahî, taybetmendiyên wêjeya Kurdî derdixe pêþ. Divê em jî zêna xwe li gorî van taybetmendiyan û vê mezintayiyê biguherînin.
Xanî, bi projeyekê dest bi wêjeyê kiriye. Ji alîkî ve helbesta kilasîk nû dike û vediguherîne, ji aliyê din ve zimanê Kurdî (li vir Kurmancî) dide hev, li xwe vedigerîne. Bi terma îro, em dikarin bibêjin ku Xanî, “kanon”a wêjeya Kurdî ji nû ve diafirîne. Navê çend helbestkarên Kurd û biyanî bi lêv dike. Di pey re çend mesnewî û feylezofan, hin kesên xiyalî di nava kontekstekê de li hev dicivîne. Li gorî vê projeyê, dê û divê wêjeya Kurdî ya nû, li ser van hîmên han bilind bibe. Xanî baþ zane, ku Kurd di nîvê çend gel, dugel, ziman û wêjeyên mezin de dijîn û bo kesayetiyeke cihê û xweser, divê xwe ji nû ve terîf bikin.
Ji bo þîroveyeke nû û cihêtir di der heqê Xanî de, divê ji Nûbara Biçûkan bê dest pêkirin. Em ê li vir, Nûbarê bi metnê Jean Jacques Rousseau re, Emîle, bixwînin. Lê pêþî divê em di der barê mesnewîyan de hin tiþt bibêjin. Cureya mesnewî hem þêweyeke miþarî/rêzbendî ya helbesta kilasîk e, hem jî hin metn bi heman þêweyê hin çîrokan bi awayê mewzon/helbestkî derpêþ dikin. Mem û Zîn, mînakek bo ya duyem e. Her çi qas di Nûbara Biçûkan de “çîrok” tune be jî, hin beþ bi þêweya mesnewîyê hatine nivîsandin. Miþarên helbestê mîna þêweya mesnewî, bi vî awayî didomin: aa, bb, cc… Nûbara Biçûkan, ferhengeke e mewzon e. Hem zarokan fêrî Erebî û Kurmancî dike, hem jî wan fêrî weznê dike. Her beþ bi wezneke din, bi recezên din hatiye nivîsandin. Lê di nava peyv û gotinan de pendên civakî, olî û pedagojîk hene. Ya rast ne ew e, ku em li vir Nûbara Biçûkan mîna Emîle a Kurdan bi nav bikin. Ya rast ev e: Divê em yan kesên din, Emîle a Rousseau, wekî Nûbara Biçûkan a dinyayê bi nav bikin.
Ehmedê Xanî, Nûbara Biçûkan roja 11ê Adara 1683yan de temam dike. Nûbara Biçûkan 79 sal beriya Emîleê hatiye nivîsandin. Helbet di wêjeya kilasîk de gelek pendname hebûne, gelek jî ferhengên mewzon. Lê gelo metnên pedagojîk? Mîna ku tê zanîn Jean Jacques Rousseau, kitêba xwe ya Emîle di sala 1762an de nivîsiye. Emîle, ji fitreta mirovan û jidaybûna pitikan dest pê dike heya ciwanî û zewacê didomîne. Li gorî teoriya Rousseau, mirov di asasê xwe de, ji jidaybûnê ve baþ e, heke dê û bav li zarokan baþ xwedî derkevin, dê exlaqê wan jî mîna fitreta wan a baþ be. Di Emîle de gelek pend û tewsiye hene. Hin wêjenas dema di der heqê Emîle de dinivîsin, ecêbmayîna xwe tînin zimên û dibêjin ku Emîle di dema ku kesî bi zanîsta pedagojiyê nizanibûye, hatiye nivîsandin. Mîna me li jor jî gotiye, heke em taybetmendiyên wêjeya Kurdî bi dinyayê bidin zanîn, dê xalên wisa jî bêne guhertin. Nexwe, na, hebûye, Nûbara Biçûkan hebûye, yanê zanîsta pedagojiyê hebûye.
Gelek wêjenas dibêjin ku Mem û Zîn, doktrîna çivaka Kurdan e. Rast e, lê Nûbara Biçûkan 12 sal berî Mem û Zînê hatiye nivîsandin. Nexwe Xanî, berî têkoþîna civakî, doza têkoþîna çandî kiriye: Zimanê zanîstê Erebî ye, bila zarokên Kurmancan fêrî zimanê zanîstî bibin. Di heman katê de bila baþ fêrî zimanê bavkalan/zikmakî jî bibin. Têkiliya ziman û perwerdehiyê mijareke nû ye, lê Xanî hê di roja roj de hay ji vê yekê hebûye.
Emîle rasterast bo dê û bavan hatiye nivîsandin, pend û þîret bo dê û bavan in. Lê Nûbara Biçûkan rasterast bo zarokan hatiye nivîsandin[1]. Ev xal, tiþtekî ecêb e. Îro jî gelek pirtûkên pedagojîk bo mezinan tên nivîsandin. Lê Nûbar, zarokan mîna mezinan, mîna mirovên gihiþtî, xwedî kesayetî û vîn/îrade dipejirîne. Mîna ku tê dîtin, ev taybetmendî jî mijara dozîne/tezekê ye. Em dikarin ji vir li Michel Foucault jî vegerin, ku dibêje, di çanda Ewropî de zarok tunebûn, mijara pedagojiyê di demên Ronîbûnê de derketiye holê. Jixwe Rousseau jî yek ji wan Ronayîparêzan e. Di Emîle de xalên mîna exlaq, dipakî (fezîlet) û baþbûn dertêne pêþ. Divê bê zanîn, ev xalên me gotî, 79 salan piþtî Nûbara Biçûkan hatine nivîsandin. Em bi tenê qala wekhevîyên her du metnan dikin, lê Nûbara Biçûkan yekem metn e.
Nûbara Biçûkan, zarokan bi lîstikê fêrî zimanê zanîstî û bavkalan dike, Emîle jî. Xanî, perwerdehiya lîstîkî ji Platon tîne[2], Rousseau jî. Xanî hin xalan ji antîkîteyê tîne, lê bo civaka xwe revîze dike, Rousseau jî. Ji endazyariyê heya tiþtine cinsî, ku qala fallus û vulvayê jî dike, ji dipakiyê heya azadiyê gelek tiþtan derdibirre, Rousseau jî. Mirov dikare bibêje ku Emîle, bo zarokên bajarî/burjuwa hatiye nivîsandin, lê Nûbar bo zarokên çîna bindestan. Li vir zanînek û dîtineke çînî heye. Mîna ku dibêje: “Ne ji bo sahibrewacan (elît, arîstokrat) / Belkî ji bo biçûkê Kurmancan”[3]. Dema ku li dora tu þaristaniyê ev fikir tunebû, Xanî dibêje: “Umîda me ji tifalan (zarokan)”. Di her beþa Nûbarê de, pêþî pend hene. Ev pend, him rasterast bo zarokan tên gotin, him jî recez û wezna sernavê beþê beylû dikin. Bi vî awayî, di nav perwerdehî û zanîstê de pend têne gotin.
“Ger te divêtin ku beraber nebitin kes bi te ra / ‘Ilmê bixwûn hem ‘emel-i tu bike sin’et ji xwe ra”. Heke tu zanîst û xwendinê bo xwe bikî huner, yan jî sine’et, tu dê bi pêþ bikevî. Tu dê ji yên din biqetî, cihê bibî. Felsefeya di vir de kûr e, mirov dikare bi rêbazên felsefeya nûjen ve jî girêbide. Paþê qala “zanîna esil” dike ku, ev xal hê jî nû ye: “Her çi kesê ‘ilmekî qenc xwendiye / Dewlet e, ger wî bi esil zaniye”. Xanî, li pey dipakîyê ye. Di beþa “El Qit’etû fî Behrî el besîtî el Metwîyyî” de dibêje, “Ger te divêtin bibî mîr û ser û mu’teber / Kizb û xîlafê mebêj, ger te bikin ker bi ker”. Bo zarokên Kurdan dibêje, pêþî dipakî, ne derew û xesîsî. Heke civakek li ser hîmên dipakiyê bilind bibe, dê tevî nava civatên birûmet ên dinyayê bibe. Divê bê dubarekirin ku Xanî beriya têkoþîna civakî, têkoþîna çandî diþopîne. Nexwe projeya wî zelal dibe, dê piþtî Nûbarê civakeke nû deprêþ bike ku ev jî Mem û Zîn bi xwe ye.
Xanî, di Mem û Zînê de jî bi çavekî “çînî/sinifî” li meseleyê dinihêre. Nexwe çima Tacdîn (kurê wezîr, ango “sahibrewac”) û Sitî bi mirazê xwe þa dibin, lê Mem (kurê katib, ango “Kurmanc”) û Zîn di nava evînê de dixesirin û diçin? Ji ber ku di nava civaka Kurdan de edalet û di nava çînên civakî de çûn û hatina azad tuneye. Metin jî, xwe li gorî rastiya civakî rast dike. Di Mem û Zînê de hewayeke rasteqîn/realîst heye. Bi vî awayî ji mesnewiyên din diqete.
Mirov dikare bibêje, ku Mem û Zîn, Don Quijoteyê[4] helbesta kilasîk e. Don Quijote çawa kevneþopiya romansan xera dike, Mem û Zîn jî kevneþopiya mesnewiyan xera dike. Don Quijote romansan karîkaturîze dike, Mem û Zîn mesnewiyan. Don Quijote wê hewa xeyalî parodîze dike û dinya rasteqîn deprêþ dike, Mem û Zîn jî wisa. Di mesnewiyên evînî de cin, perî, pîrelk û ejderhayên heft serî hene, ku agir ji dev dibarînin, lê Mem û Zîn di hewayeke rasteqîn de didome. Lehengê romana Don Quijote, bi zimanekî giran diaxive, lê kesên li dora wî ku kenê xwe pê nekin, bi zimanekî rojane diaxivin. Di Mem û Zînê de jî, beþên serî bi zimanekî giran hatine nivîsîn. Lê dema beþa “Axazi Dastan”, ango beþa çîroka asasî dest pê dike, ziman sivik dibe, peyv û terkîbên Erebî û Farisî kêm dibin. Leheng Don Quijote, di nav dinyaya rasteqîn de digere, lê dinyaya rasteqîn li gorî zêna xwe, li gorî mêjiyê xwe diguherîne. Lê Mem û Zîn, di serî de hîmê xwe, yanê dastana Memê Alan guhertiye. Di dastana Memê Alan de gelek heyberên xeyalî hene, bi taybetî jî di guhertoyên Memê Alan de; Þahê Erfîta, bajarê Mixurbê (ku bajarekî xeyalî ye û di Mem û Zînê de dibe bajarekî rasteqîn, ango Cizîra Botan), bajarê Yemenê, Bozê rewan (hespê Memê) û yên din. Don Quijote, gelek fikr û raman derpêþ dike, lê xwe wekî metnekê dihêle, tu rastiyê dernaxe pêþ û deklere nake. Mem û Zîn jî, her wisa; her çi qas qala gelek tiþtan bike jî, di beþa dawî de li xwe vedigere û hemû tiþtên ku hatine gotin, yan pûç dike, yan jî gumanber.
Mirov dikare bibêje, ku hemû mesnewiyên evînî ku bi hezaran in û di helbesta kilasîk a Kurdî de jî mînakên wan hene, li ser hîmên efsane û çîrokên Hindî, Greko-Judaîk, Tewrad, Qur’an û dewra Cahiliye ya Ereban bilind dibin. Lê bi tenê Mem û Zîn li ser hîmên dastaneke neteweyî, li ser Memê Alan hatiye avakirin. Wateya vê yekê çi ye? Helbet metin gelek tiþtan dibêje. Lê gelo dema ku em çend pirsan li metnê bikin, dê metin ji me re çi bibêje? Gelo çima di Mem û Zînê de beþa “Medh-î Çiharyar-î Guzîn” (Pesn û Medha Çar Xelîfeyan) tune? Derdê Xanî ne bi tenê nivîsîna mesnewiyekê ye, lewma! Xuya ye, em li hemberî zanayekî wisa kûr in ku, eve çû ji sê sed salî derbas kir, ku metnê wî hê jî terr û teze ye. Xanî dixwaze neteweyekê ava bike. Çawa netewe, ku hê fikra neteweyî bi tu kesî re tune?
Mirov dikare li dora tiþtên kevneþopî jî îmayên veþartî bibîne. Bi taybetî di beþa “Sebeb-î Telîf”, ango beþa “Derdê Me” û “Sebebê Nivîsîna Pirtûkê bi Zarê Kurmancî” de. Helbet gelek tiþt di van beþan de bi kevneþopiyê ve girêdayî ne. Bo nimûne, pesnê Mîr dide. Helbestkarê kilasîk, dîwan û mesnewiya xwe etfê kîjan mîr, beg, padþa yan siltanî bike, pesnê wî dide. Neteweperestên Kurd pirr li ser vê xalê radiwestin û dibêjin, ku Xanî doza serekekî bi himmet û hamiyet dike, me jî serekekî ku serekê hemû Kurdan e divê. Ev þîrove li gorî pêdivî û zanîna îroyîn e. Mirov nikare vê yekê ji metn derbixe û bibêje. Ev yek bi kevneþopiyê ve girêdayî ye. Lê Xanî pirr û pirr dixwaze, ku Kurd li xwe vegerin û bi pey edl û zanînê bikevin. Nexwe dê di helbesta “Kanê Padþaê Serhedan” de jî ev doz biþopanda. Divê mirov dêhn xwe bidiyê ku dibêje “padþaê Serhedan”, nabêje Kurdistan. Her çi qas Xanî dilsojekî yekîtiya Kurdî be jî, projeya wî navneteweyî ye û bi vî awayî digihîje New-Platonîzmê.
Bi ya me, ji hêla teorîya wêjeyê ve beþa “Paþgotin û Peyva bi Qelemê re” jî gelek seyr e. Li vir sê heb vebêj hene; Pênûs, Ez-vebêj û Xanî. Pênûs qala qedera xwe dike, Ez-vebêj pênûsê û Xanî dide ber hev, Xanî jî tiþtên Pênûsê jê re gotî ji Xwedê re dibêje, ew jî mîna pênûsê qala qedera xwe dike. Ez-vebêj hem þerê herduyan germ dike, hem jî mîna ku du pêlewan li bênderê bin, þerê wan derdibirre. Pênûs ji Xanî re dibêje, “Wey xawîyê daweya kemalê”. Ev gotineke gelekî seyr e. Ji ber ku Xanî, bi beyta “Xanî ji kemalê bê kemal î / Meydana kemalê dîtî xalî” dest bi beþa “Sebebê Nivîsîna Pirtûkê bi Zarê Kurmancî” dike. Nexwe ev metn li nava xwe jî vedigere. Tiþtên wisa di teoriya wêjeyê de hê nû nû tên gotin. Gelek pispor di metnên modern de didine pey taybetmendiyên wisa. Lê em dibînin ku tiþtên wisa di wêjeya Kurdî ya kilasîk de hebûne.
Divê em þîroveya metnên Kurdî jî ji nav xwe bilind bikin û derxînin qada dinyayê. Ji ber ku em metin û wêjevanên xwe çi qas eydê xwe bibînin, ew qas eydê dinyayê ne jî. Lê bo çirandina perda tariyê, divê çawa ji nava me derketibin, ji nava civaka me jî derkevin, da ku tariya nû ne bi destê me tîr bibe, yan jî bi destên me tîr nebe.
Selîm Temo
15 Gulan 2008
Mêrsîn
Ev pêþgotin, di pirtûka Hemû Berhem: Ehmexê Xanî de ku ji alî Weþanxana Lîs, li Diyarbekir (2008) hatiye weþandin de derçûye.
________________________________________
[1] Bi tenê du sê beyt bo mamosteyan in, mînak: “Mûellim bila dil wekî ber bitin / Divêtin ku þagirdi li ber bitin”.
[2] Mîna ku di Sîte/Cumhûriyetê de berevanî/mudef’e dike.
[3] Bo Xanî wateya Kurmanc, Kurd in/e. Lê gelo Kurmanc tenê Kurd in, yan çîna bindest, reaya, heta kole ne? Mîna biwêja navdar, dema ku neheqî li yekî dikin, dibêje “Qey ez Kurmancê bavê te me”. Delîl ne yek e, di serê Mem û Zînê ev beyt bala mirov dikiþîne: “Yanî ne ji qabilî û xebîrî / Belkî bi teessub û eþîrî”. Sedemê nivîsînê, xwe mîna eþîrî-dîtin e. Xanî, kontekstê li ser vê paradoksê ava dike: Heke tu binivîsî, tu doza eþîrtiyê, ango arîstokratiyê dikî. Nivîsîn ne karê çîna bindest (dibe ku “Kurmanc”) e, karê eþîrî û arîstokratîyê ye.
[4] Em li vir qala romana Mîguel de Cervantes Saavedra dikin ku berga yekem di sala 1605an, ya duyem di sala 1615de weþiyaye.